Armanc - Peyam
wêneyê hunermendî:ê 70 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Armanc - Peyam

Ey çavbelek û delalê ji derdê te dil bêhalê
Bû me êsîr mam li vê erdê li çavêm nema ye perde
Ev çend demek mam e li bendê li her pacê li te digerim
Mîna xeyal te dibînim ey delalê dilêm ket te

Li nava me neke perde ji şewqa xwe min dûr neke
Min ji te re sejde kirbû muqades e her dîtina te
Ew gustîla li tilyê da ew bazinê di destê da
Dizanim ku şahê merda ji bona min gellek rind e

Ew helbesta Omer Xeyam nava me da bibû peyam
Got sed heyf ji vir dur ketme felek li me bûye dewran
Ceger limin bûye birîn laş ziwa bû her der bi xwîn
Tenê maçek tu keremke diçim gorê meke derd e

Gotin û Muzîk : Armanc
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î