Armanc - Quling
wêneyê hunermendî:ê 78 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Armanc - Quling

Xurmîna pezakovî tê li ber daran
Xweş qebqeba kewê nêr e li ser latan
Ba yê xweş tê sergerm e çeleng e
Dijmin ji ber wî dihejin wek min çil piyê dara

Li jor tê dengê qulingê per şikestî
Rê winda ye şop û rêç lê bûne leylan
Ji refê xwe mayi ye ev qulingê bextreş
Wek min dil bi kul û derd e bê guman

Ev quling qulingê welatê me yê jor
Lîs û hêlîn dijminan tev kirine wêran
Qulingê me warê xwe berda ye neçar
Nema karî vegerê wek mirovê bêgam

Neçîrvanê mêrkuj devê tifinga xwe
Daye pêsîra qulingê min heywax limin
Li jêr û li jor li rast û li çep hawêr
Têne qulingê min bi qêrên û halan

Li jor tê dengê qulingê per şikestî
Rê winda ye şop û rêç lê bûne leylan
Ji refê xwe maye ev qulingê bextreş
Wek min dil bi kul û derd e bê guman

Ev quling qulingê welatê me ê jor
Lîs û hêlîn dijminan tev kirine wêran
Qulingê me warê xwe berda ye neçar
Nema karî veger e wek mirovê bêgam

Gotin û Muzîk: Armanc
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î