Asa Evdal - Hekîmo
wêneyê hunermendî:ê 22 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Asa Evdal - Hekîmo

Were bê hekîmo,
Hergê tu Xwedê mêra dihebînî
Vê sibê tu ser minra dikî nazî wî, wî.
De tu were melhemekê çêke,
Birînê birîndarê mala bavê min ra,
Ji dûvê helika, donê zeytê, koka darê vê mircanê,
Hekîmo qurba wez xirêşînî têrîbalîm.
Were wez xelê vê şîrî têrîbalîm,
Wezê pêşkêşî hekîmê xwe bikim,
Mala halê dinyalikê, zêrê serê van pîreka.
Weke gava begem nekir wiha ti qirar bide pêşkêşê hekîmê xwe bikim,
Şîrê zer memikê berma qîzakî, evdal im evdal im.
Wey hekîmo bextê te da me,
Birîndarê mala bavê min xedar e.
Were bê hekîmo, wegê xwedî mêra dihebînî.
Tê qutiya dû û dermana ji wiyalî hildî, bê viyalî wî wî.
Wegê xwedî mêra dihebînî.
Were melhemekî çêke, birînê birîndarê mala bavê min ra,
Ji dûvê helika, donê zeytê, koka darê vê mircanê,
Hekîmo qurba bextê min a wez xelê şîrî têrîbalim.
Wez xelê vİ şîrî têrîbalî,
Wezê pêşkêşî hekîmê xwe bikim,
Mala halê dinyalikê, zêrê serê van pîreka.
Herkê gava begem nekir wiha ti qirar bide pêşkêşê hekîmê xwe bikim,
Bi şîrê zer memikê çarde salî, evdal im evdal im.
Ay hekîmo bextê te da me,
De bes e te ser mi ra lo bikî nazî.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î