Aşiq Kamil - Xelqê Delal
wêneyê hunermendî:ê 18 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aşiq Kamil - Xelqê Delal

Xelqê delal hatî wirdîn,
Min nas nekir lê zerî heyran,
Dikenê şîrîn selam dikir tu delal î,
Delalê de tu were em ê qaşê gustîla bi hev biguherin,
Bira heval û hogirê dora me fem nekin,
Bûna te bû barî emrê min.
Zeryam meşiya fêzî malan
Vê beravê wî lo barî emrêm,
Kinc şûştine sabûna bireqî,
Pê werkiriye vê gulabê lo zerî heyran,
De bira wez ê bibûme pelê bi ewrê reş û tarî,
Bûna xelqê delal min ê sî vegirta û lo wê hindavê.
Zerî heyran serê xwe bişo,
Avê merêj barî emrê,
Guliya berde û kinê û dirêj lo zerî heyran.
De tu were ramûsanekê li min kerem ke,
Tu cara heval û hogirê dora xwe ra nevê,
Hosta Kamîl saz dixîne,
Cime’tê ra gula tîne.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î