Aslîka Qadir - Bihar û Yar
wêneyê hunermendî:ê 39 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aslîka Qadir - Bihar û Yar

Îşev barî baran e,
Xewê rabû aran e,
Cemî gurî bihar e,
Derva êdî bihar e.
Hesreta min ew yar e,
Kuro nema bihar e.
Bejna yarê çinar e,
Rengê sûret hezar e,
Meşa wî pir kubar e,
Jê nûr cemal dibare.
Sê roj e yar dilsar e,
Xeber nade bê zar e.
Bê wî dilî bê çar e,
Ez û wî bi keça re,
Ew çi yar e çi yar e,
Ez kuştim wek neyar e.
Wexta neke ne yar e,
Bihar xweşe Bihar e.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?