Aslîka Qadir - Dayikê
wêneyê hunermendî:ê 64 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aslîka Qadir - Dayikê

Lê lê dayikê, heyranê de tu rabe,
Roja şemiyê serê min bişo û xemla min bike,
Bisk û temorîka li ber eniya mi çêke,
Mi go dayik heyranê, bişîne pey lawikê metînî, delalê malê,
Herkê tê min dixwaze bira bê mi bixwaze,
Herkê tê mi direvîne bira bê mi birevîne,
Herkê mi narevîne wê sibê mi bi rê kin,
Hey lê lê, hey lê lê lê lê, hey lê lê lê lê, hey lê lê lê lê lê delalê.
Ay feleka mi xayîn e, gidî mi dixapîne, mira nay, hey nayê.
Lê lê dayikê, heyranê, kanîkê me şêxan û pîra li hemberî,
Mi go dayik heyranê, bişîne pey lawikê metînî, delalê malê,
Bila ji nîvê şevan û pêştir bê nava xal û xetê mi gerdenê,
Devê xwe têxe boxaz qirikê nava helî mircan û morikê min rebenê,
Heta devê te bigîje binê qulpê guharê min ê heyderî,
Hey lê lê, hey lê lê lê lê, hey lê lê lê lê, hey lê lê lê lê lê delalê.
Ay feleka mi xayîne, gidî mi dixapîne, mira nay, hey nayê.
Lê lê dayikê, heyranê de tu rabe,
Roja şemiyê serê min bişo û xemla min bike,
Bisk û temorîka li ber eniya mi çêke,
Mi go dayik heyranê, bişîne pey lawikê metînî, delalê malê,
Herkê tê min dixwaze bira bê mi bixwaze,
Herkê tê mi direvîne bira bê mi birevîne,
Herkê mi narevîne wê sibê mi bi rê kin,
Hey lê lê, hey lê lê lê lê, hey lê lê lê lê, hey lê lê lê lê lê delalê.
Ay feleka mi xayîn e, gidî mi dixapîne, mira nay, hey nayê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?