Aslîka Qadir - Elîyo Bira
wêneyê hunermendî:ê 28 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aslîka Qadir - Elîyo Bira

De hey lê û hey lê, hey lê Eliyo bira hey lê,
Wez ê çawa bikim gelo, Rom xayîn e kesek hewara îmdada me da nayê,
Eliyo bira şerekî li me çêbû Newala Qeremûsê, Kanîka Temo, dilê mi ra bilindciya,
Eskerê almata nîzamê li ser serê Bavê Fexrî her çar berxê Mala Elî gelo, dikişiyan
ha diciviyan,
Wextê Bavê Fexrî dibû delîvtengiya mêra pêsîrtengî, bira ji derketa serê Sel-
hedîn lawê Temo, na wele mînanî gur e, gurê serê çiya,
De hey lê û hey lê, hey lê, hey lê,
Wez ê çawa bikim gelo, Rom xayîn e kesek hewara îmdada me da nayê.
Eliyo bira şerekî li me çêbû Newala Qeremûsê, Kanîka Temo dilê mi ra bi sûs e,
Eskerê almata nîzamê tivingê wan ser milê wan dûrva têne, diçûrisin,
De kulê têkevî mala pismamê nemam,
Na wele Hesenê Bitûse,
Li Çemê Heskîfê bigire heta Pira Batmanê, li ser serê Bavê Fexrî her çar ferxê
mala Elî datîne qerewil e di cesûs e,
De hey lê û hey lê, hey lê, hey lê,
Wez ê çawa bikim gelo, Rom xayîn e kesek hewara îmdada me da nayê
Eliyo bira şerekî li me çêbû Newala Qeremûsê, Kanîka Temo dilê mi ra bi binik e,
Eskerê almata nîzamê tivingê wan ser milê wan dûrva têne, tiketik e,
De kulê têkevî mala pismamê nemam,
Çawa vê sibê erafê meydanê ne hatiye kuştinê Eliyê bira, şêrê min î çargurçik e,
De hey lê û hey lê, hey lê, hey lê,
Wez ê çawa bikim gelo, Rom xayîn e kesek hewara îmdada me da nayêî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î