Aslîka Qadir - Keçikê Canê
wêneyê hunermendî:ê 31 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aslîka Qadir - Keçikê Canê

Keçikê canê bejna te zirav e lê lê lê wey ez ê bişkêm,
Wez ê bişînim sûka Diyarbekirê kemberekê bînim lê lê lê ku bidim piştê,
Kulê tu bikevî mala qomsî nemama, çawa nahêle gavekê rûnêm ber teniştê,
Êrê de wer were dosta minê, de wer were emrê minê.
Wez ê xan manekî keleşgewra xwe ra çêkim lê lê lê ha li vê milê,
Wezê dergekî lêxim ji darî lê lê ji darî gulê,
Wez ê terka çav û biriyê belek dêmê gulî nadim, heta stêrka sibê li min hilê,
Êrê de wer were dosta minê, de wer were emrê minê.
Keçikê canê dilê mi mînanî xana lê lê misafira,
De migo tê da dibuhire lê lê kawranê gira,
Tirsa mi wê tirsê wez ê herim welatê xerîba,
Bimrim, ser min neyê qujînîya bav û bira,
Êrê de wer were dosta minê, de wer were emrê minê.
Keçikê canê mala me cînar e lê temam şûşe lê pencere bûya,
Gilî gotinê mi keleşgewra mi her ro, her gav tev hev hebûya,
Êrê de wer were dosta minê, de wer were emrê minê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?