Aslîka Qadir - Xezal
wêneyê hunermendî:ê 37 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aslîka Qadir - Xezal

Xezalekê minê rakir ji baxê wê Rewanê,
Xezaleke minê rakir baxê de li mi ji Rewanê,
Minê bihîstiye kaxizê xezala mi ketiye şûra gelê, lo Bayranê,
Minê bihîstiye kaxizê xezala mi ketiye şûra gelê, lo Bayranê,
Kesek tune xezalê mi ra bide lo xeberdanê,
Wele nabe, bîle nabe, dilê min ketiyê lo çare nabe.
Heça berfa vî bêlanî, heça berfa vî bêlanî,
Sivê da heliya neheliya minê tasa ava lo sar jê nanî,
Sivê da heliya neheliya minê tasa ava sar jê nanî,
Xwezila bibûma gustîlka zêrîn li pêçînga lo te mêvanî,
Wele nabe, bîle nabe, dil kafir e lo ra pê nabe.
Keçikê canê heça min gotine na ye,
Heça mi gotine na ye,
Minê bihîstiye teyê kotî şindokê mêrê xwe ra lo xeber daye,
Minê bihîstiye teyê kotî şindokê mêrê xwe ra xeber daye,
Bona wê yekê dilê min gelekî ji te maye
Wele nabe, bîle nabe, dilê min ketiyê lo çare nabe.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î