Awazên Çiya - Du Gulên Cûdî
wêneyê hunermendî:ê 237 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Awazên Çiya - Du Gulên Cûdî

Xezala çiyayê Cûdî
Beybûna deşta Silopî
Her têlek ji porên te
Bûye rengê ala Medî
Bûye rengê xaka Medî

Tu rûkena gerîla
Dîlana serê çiya
Tu sozdara hevalan
Kenê rûyê minalan

Nergîz û beybûna dila
Ey xemla hemû demsala
Tu ax û av, agir û ba
Diyariya dayika xweza

Kezî xeleka rojê
Rûheyva tarî şevê
Ji canê xwe can da dozê
Stêrka berbanga sibê

Tu rûkena gerîla
Dîlana serê çiya
Tu sozdara hevalan
Kenê rûyê minalan

Gotin û Muzîk: Awazên Çiya
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?