Awazên Çiya - Roja Me Tarî Nabe
wêneyê hunermendî:ê 190 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Awazên Çiya - Roja Me Tarî Nabe

Rengê behitî ma ye di rû de
Jana roja reş e ketiye can de
Cemidiye mirov, dil teviziye
Nal nala jiyanê ye, deng tê ji hinave

Ken digiriya rûyê mirovan de
Lal dibe gotin lêvên derwêşan de
Valatiyê da, jan dide zeman
Jiyan dibe mirin, mirin dibe jiyan

Û hêvî şîn dibe...

Pê dikeve agir, agir geş dibe
Geş dibe însan, hêvî şîn dibe
Diçire bêdengî û diqîrîn
Nikarin roja me tarî bikin

Ronî dike laşên ar lê pêçandî
Dawî tîne zivistan kulîlkên newrozî
Dişewite, dişewite jana derwêşî
Civakek dikene bi çavên Rêbertî

Êdî dizane rengdarbin rû
Mejî xwe gîhand tam û dema nû
Mezin dibe dil ji eşqa berfînî
Diherike jiyan bi azadî

Gotin û Muzîk: Awazên Çiya
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?