Awazên Çiya - Bazên Zagrosê
wêneyê hunermendî:ê 1151 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Awazên Çiya - Bazên Zagrosê

nav pelên dîrokê de dergûşa gelan ez im
agir giha gerîla wey keda pîroz her ez im
bereketa jînê de hebûna min gerdûn e
keleha dilê lehenga û xwediyê gerdensenger im

em bazên zagrosan e
li zap, xabûr, mamreşo ne
em bazên zagrosan e
li avaşîn, zendûran e
xofa dilê neyaran
wey nêçîrvanê romîyan e
xofa dilê neyaran
wey nêçîrvanê romîyan e

gerîla û rêzan im ronaka her serdemê
qewl û rista azadîyê hew, nîşana li her demê
dildarê doza îro, awir lewendên xakê
em leylana çavê xezala zagrosa demê

em bazên zagrosan e
li zap, xabûr, mamreşo ne
em bazên zagrosan e
li avaşîn, zendûran e
xofa dilê neyaran
wey nêçîrvanê romîyan e
xofa dilê neyaran
wey nêçîrvanê romîyan e

welatê'm kurdistan e hew, şûnwarê şoreşa ye
ew sewdar û feda ye hey, birûmeta sala ye
herdem vîn û berxwedan e, meydana egîda ye
li hember osmanîyan cenga bazên zagrosa ye

em bazên zagrosan e
li zap, xabûr, mamreşo ne
em bazên zagrosan e
li avaşîn, zendûran e
xofa dilê neyaran
wey nêçîrvanê romîyan e
xofa dilê neyaran
wey nêçîrvanê romîyan e
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î