Awazên Çiya - Bişeng
wêneyê hunermendî:ê 502 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Awazên Çiya - Bişeng

Evîna te ji agir e, agirê pîroz
bawerî û hevî û jîn e, ev rê û ev doz
Te dîrok ji nû ve nivîsî bi xwîna zelal
Bûyî stêrkek roja ronî bişenga delal

Biharê dil dabû Botanê,
Adarê bi kaniyê hêviyê xwe pêçandibû,
Qada govenda evîndaran.
Roj roja nivîsandina çîrokeke nû bû,
Roj roja berxwedaniya keça kurda bû,
Ji bo jiyanek birûmet..

Bûyî hevala Berîtan sipehî û lehengê
Bi tîna tîrêjên rojê ketî govendê
Kulîlk bi navê te bişkivîn li qada cengê
De rabe xêlî li xwe ke ey bûka Şengê

Belê delala şoreşê, birîna min a 'bêşar'
Sal û demsal mîna zaroktiyên bêxem,
diherikin di newalên bêxemiyên de
Îro navê te bûye notayên stranên serhildêr
Navê te bi bayên gerok re bûye heval
Wekî helbestê digerî li ser zimanên zarokên welat
Ey keça rojê..

Gûla baxê welatê min bişenga ciwan
Li nav dilan tu bûyî evîn ey keça Kurdan
Îro li riya te dimeşin em bi hezaran
Tu bûyî sembola jîna nû Bişenga delal

Bişenga delal Bişenga delal

Gotin: Reyhan Îke
Muzîk: Huseyin Uğur ji Awazen Çiya
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?