Awazên Çiya - Roj û Agir
wêneyê hunermendî:ê 241 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Awazên Çiya - Roj û Agir

Roniya şevên tarî
Hêviya hestên veşartî
Xweziya di hemêza te de
bibûma dengê jiyanê

Ez roj im tu agir î
Te hembêz dikim Viyan
Kenê kûrahiya çavên te
Dibe hêviya zarokan

Her tim kenek li xewna min
Dibe baran dibe agir
Şeva min bi te geç dibe
Silav li te hevalê min

Evin û gûla deryaya min (me)
Çûyîna te ava zelal
Ne dûr e, nêz e hevala min (me)
Diherike nava dilê min (me)

Gotin û Muzîk: Bermal Batman
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?