Awazên Çiya - Siya Jîn
wêneyê hunermendî:ê 256 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Awazên Çiya - Siya Jîn

siya jîn qêrînên li keviyên zinarên asê
siya jîn siya jîn
siya jîn rengên li çavên azadiyê
siya jîn siya jîn
siya jîn keskesorê dengê bazê çiyayîkayên wendayî
siya jîn xemilandî bi qêrînên awazên bêdeng siya jîn

Li civata stêrkan jiyan heyv e
Û di nava tirêjan de mirov roj e
Ev e xwezayîbûn ev e

Siya Jîn
Bi ramana vejînê şiyar bû
Çiya ji xwe re kir yar û war

Siya Jîn
Bi coşa azadiyê dil herikandiye nav dilê jiyanê
Gerne jînên li ser lêvan rihên biharê bişkivandin

Siya Jîn
Ji dilopekê bû gol
Bû avên çeman
Û li keviya deryayê beden daye ber pêlan

Siya Jîn
Hêlîna li zinaran bilind e ji giyanên pîroz re
Û îro li hembêza star
Lî Zagrosan
Li hemû bilindahiyan
Eniya me li rojê em bûne siya çiyan ji rastiya jiyanê re

(Dîsgotin)

Gotin: Xebat Cansoz
Şîrove
logo
أمواج قدر 01-03-2023 11:03:13
Jin dermanê dilaye . Ji evînè re em dibêjin em hene . Hezkirina jinê zêdetirî hezkirina welate . Jin hebûna cîhanê ye hebûna cihê lê dijî . Jin bi qasî hizira xweye hebûna xweye . Ey jinên cîhanê zanebûna kurd û kurdistanê

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?