Awazên Çiya - Xemik Talana
wêneyê hunermendî:ê 78 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Awazên Çiya - Xemik Talana

Heyla min tuxubê deştîkû zozan giverû şikêre
Rusorê xerab di bore pêlên wi diçe ber erşê xudêre
Kaxizek ji meke û medina binbarek hatibû
Mirina min êvdalê xudê vêre
Wez nakevim ber mirina xwe
Evdalê xudê wez nizanim piştî min
Bejnika bilind çavên reş û belek wê bimînin ji kêre
Xemik talane hey limino hey huuuu.....
Girikê nîskê bilinde limin çû bani
Xemlikû rewşika xwe girêda
Xwisarê berfê şaşika sipî li serexwe weranî bî
Kurik dibêje keçikê hey malate xirabê
Çavênte ji xwe reş û belegin
Ma çi hewceyî kilê siphanî bî
Xemik talane hey limino heyûûûû
Ezê li herekola mira ketim hetanî livî ......
Ax limin xweştê dengê şalûlan û bilbila
Na wila qeb qeba kewê kovî bî
De bila wez bibiyam qeftikek sosin û beybîn
Wez biketyam navbera guharê zêr û zîvî heyderî
Xemik talane hey limino hey huuuuu
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î