Ayfer Düztaş - Lo Wer Meke
wêneyê hunermendî:ê 75 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ayfer Düztaş - Lo Wer Meke

Jûr da hatî dînik dînik
Îşlîk sûrik yaxa çînik
Destê xwe bide destê min da
Em herina şûna dûrik

Lo wer meke, lo wer meke
Çavê reş min gewr meke
Ez ji dil da yaralî me
Min Ra Derdan peyda meke

Paş mala we da Çiyayê Yilan e
Bejna tenik tay şîlan e
Çend sal e pey te digerim
Tu bûy gawir ney îman e

Lo wer meke, lo wer meke
Çavê reş min gewr meke
Ez ji dil da yaralî me
Min ra derdan peyda meke

Mala yarê li tay hember e
Rojî avêt sî li ser e
gotîn yare te nexweş e
Ez doxtor bûm herim ser e

Lo wer meke, lo wer meke
Çavê reş min gewr meke
Ez ji dil da yaralî me
Min ra derdan peyda meke
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?