A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Azad Bedran - Bêje Kengî
Gotinên Stranan

Azad Bedran - Bêje Kengî

Awiren çawên te sar e
Li ser sînga min bar e
Perçe buye bê war e
Êş û kula dûbar e

Bêje kengê xelas be
Ew hesreta dinale
Ma qey tu nafikirî
Ew dozêk yadîgar e

Em bun tîr ew kovane
Erdnîgara bi zar e
Hêlek bihuşta xemgîn
Hêlek dojeha sar e

Ji tîran ra bûy şarê
Mişexteye li mal e
Vîne li me serdar e
Ramanêk pare pare

Gotin: İlyas Yücel
Mûzîk: Azad Bedran & Nurullah Düğer
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?