Azad Bedran - De Were Canê
wêneyê hunermendî:ê 118 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Azad Bedran - De Were Canê

De were lê were lê were were lê lê lê
De wezê bi çemê padişayê bi newala hopê ketim newalekê wa bi palê
Wele ji minra hatî civaba xêra cemidî digo Genc Xelîl kûr mamê te nexwaşe
li welatê xerîb û xurbetê nexwaşekî pir bê hale
Ezê rabim destê Genc Xelîl kur mamê xwe bînim alîye malê wezê zend û bendê qûr ê sor ê spî bidim
ber serî çotê deste wî bidim ser çotê memik ê xwe yê nû xale
Ê lê belê ezê we sibêkê lê xwedê zane Genc Xelîl kur mamê xwe siwarbikim siwarê kar û bare
Gava dikeve nava selefê siwara bira qîz û bukê lê nebêje waya kewanîya wî tune
siwarekî bê pergale nemayê
Ezê bi du Genc Xelîl kûr mamê ê xwe nemînim li dinyayê
De were canê dil bi şewatim
De were canê bi hêrs û inyadim
De were mala te ez hîn ciwanim
De were canê ez dîn û gêjim
De were canê ji tera dibejim
De were mala te j’ter dil dihêjim

De were ezîzem de were
Şewq bide çol û cobarên bê deng
Şah bike êşa milên bê miraza
Bila heyv bi awirên te zîz bibe
Şev bila bilerize ji tîrêjên ronahiya te
De roniya çawa de were tu heyva şeva
De were ezîzem de were
Bila pênus şerm bikin hibir kor bibe
Lênusên dila bila pesna te ra nake
Dilê te nifteya ziman ra hempa be
Dafik şaş bibin û tenê tu bimine ji holê
Êdi meyê canê dil kanîya xema
Êdî meyê canê teqeta min nema ber sekeratim

Êdî meyê canê derda ez xwarim
Êdî meyê canê nalîn û zarim
Êdî meyê mala te bê cîh bê warim
Êdî meyê canê dil pîr û kale
Êdî meyê canê emir heftê sale
Êdî meyê mala te xalê seyidxane

Dengbejî (Genç Xelîl): Gelêrî
Gotin: İlyas Yücel
Mûzîk: Gelêrî



Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î