Azad Bedran - Destana Hîlwanê
wêneyê hunermendî:ê 89 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Azad Bedran - Destana Hîlwanê

Haware ey hawar
Binerin wê dîrokê
Guhdar bin kurdino
Bêjime wê çîrokê
Ji rupela dîwana
Ya seydayê Hilwanê
Guhdar bin kurdino
Bixwînim wê çîroke

Hilwane ha Hilwane
Warê şêr, şepalane
Keç û xort tev rabûne
Hember axa û begane
Nav dinîvsînin li dîrokê
Ji bîr nakin wê çîrokê
Daxwaza Xelîl Çawgûn
Nivisandin li dîrokê
Şer dest pê kir li Hilwanê
Axa hatine amanê
Binivsînin fermanê
Belakin li Kurdistanê

Lawê Nîgarê Cemal
Ew mêrxas Salih Qandal
Cewher û Şûkrî bira
Şehîdên wek Emîn Dal
Ew halanê Hemê Reş
Di dest da rext û kelleş
Cûma Taq li axşûnê
Seweregiya nabe qelleş
Wana ax bege qelleş
Eliyê Osmanê Elê
Ê din Cimoyê Zelê
Êvdirrehman û Sêdûn
Hember axa wek kelê

Mehmed û Ahmet Yetkîn
Agirê Mahmut Zengîn
Dolmiş a yên senayê
Hilwan tev kiriye xemgîn
Li zindan û ser çiya
Hilwan mînak a giya
Siltan Yawuz li ser çiya
Şehidên me hemûya
Li zîndana Diyarbekir
Çara agir hembêz kir
Bi riya birçîbûnê
Emîn Yawuz jî bar kir

Hilwanê ew al rakir
Nav li cîhan bela kir
Ket karwanê şehîdan
Alî Çîçek jî bar kir
Fîdan û Xanim xuşka
Kefen bu xêlya bûka
Tu caran ji bîr nabin
Ew mêrxasê kumika
Seyda Hilwanê dizane
Destpêka me Hilwanê
Nav û dengê Hilwanê
Belav bû li Kurdıstanê

Gotin û Mûzîk: Seydayê Hilwanê



Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î