Azad Bedran - Tilîlîya Azadî
wêneyê hunermendî:ê 106 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Azad Bedran - Tilîlîya Azadî

Dest û kefan hinne ke
Keskesoran xwe girê de
Rahêje tiliyên xwe
Serkeftinê li ba ke
Qet tû car xema neke
Ewê dilê te şa ke

Ka desmala we kanê
Bibin serkeşê dîlanê
Serkeftin pêşiya me ye
Xweş kin tilîliyên azadî

Melekê ezmanan
Daketine qadan
Bîr û baverî anîn
Piştî ewqasa salan
Jiyanek e serfiraz
Ji çar hêlên kurdistan

Ew stêrkên asîman
Dişopîn doza salan
Xelat û sond û pêyman
Parêzwanên niştiman
Tim dildarê şehîdan
Vîna wan j’mer bû raman

Gotin: İlyas Yücel
Mûzîk: Azad Bedran



Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?