Bagîyê Memê - Li Min Wayê
wêneyê hunermendî:ê 51 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bagîyê Memê - Li Min Wayê

Li min wayê, li me fermane, Îro li me fermane,
Fermana kekê Dilşayê, serekî lo, lo, xortane.
Weylo mîro bira li vê sibengê bihata bejna kekê Dilşayê,
Seyt înala sirra sibê, bîna bayê di nava li vê bim,
Dibêjin, kekê Dilşayê çardeh gullê mamîzerê birîndare, ka kî vê diçe hewarê,
Wexta berê kekê Dilşayê dane kela Mûşê qe nedizanî bela wê hatinê bi dîtinê
selav divê,
Li min wayê, li min wayê, îro li me fermane, fermana kekê Dilşayê, serekî lo
lo xortane.
Weylo mîro wezê naçime Mûşê wa bi pêrra,
Lo lo dilo, wezê naçime Mûşê wa bi pêrra,
Dibêjin, kekê Dilşayê Seyîdînala, çardeh gullê mamîzerê birîndare,
Emê gavekê diçin davên ser sînorê lîkêye fêralin.
Wexta berê kekê Dilşayê Seyîdînalê dane kela Mûşê,
Me lê nizanibû cotê xulam xizmetkara bizivirîyana malê, li min wayê, li min wayê,
Îro li me fermane, fermane, fermana kekê dilşayê serekî lo,lo xortane…
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î