Bajar - Sî û Çar Heb
wêneyê hunermendî:ê 74 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bajar - Sî û Çar Heb

wexta tu tê bîra min
keskesor e çavê min
nav zinarên sar û tengav
kenê te yê revok digerim
wexta tu tê bîra min
bi çaya qaçax serxweş im
berfa spi kefenek mezin
laşê te yê şewtî dipêçe
erê bira erê
li wê derê
çiya vedirşe bi xwîna te ya germ
berfa sor dihele
erê bira erê
pêncî hezarê di nav solê
teyrên te mezin kiribûn
pere birin berdan li ser enqere yê
kitêba te ya vekirî
li ser masê ma
peyvên te jê hez dikirin
stuyên xwe xwar nekirin
ewrên sor digere
li ser roboskiyê
bêdengiya te ya zû
em rakir ser piyê me
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?