Baran Bozyel - Çûka Reş
wêneyê hunermendî:ê 91 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Baran Bozyel - Çûka Reş

Ser kursî runiştîne kalên gundê me
Ser şêmugê runiştîne pîrên gundê me
Kalo gote pîrê were em biçine zeviyê
Nav zikê zeviyê de mişkekî kor digere

Keçê were dînê were em biçine bênderê
Der dora bênderê de mişkekî kor digere
Lo lo mişko mişkê koro te jehra giran xwaro
Lo lo mişko mişkê koro te kula giran xwaro

Ber beroşkê rûniştîne kalên gundê me
Li ber tevnê rûniştîne pîrên gundê me
Çûk çûka çûka reşo ser sivîngan çûka reş
Çavê çûkê li genim e risqê malê genim e

Pîrê gote kalo were em biçine ser malê
Ser malê raxistiye risqê malê genim e
Şit lo lo çûka reşo te kula giran xwaro
Şit lo lo çûka reşo te jehra giran xwaro

Gotin û Muzîk: Baran Bozyel
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?