Baran Bozyel - Zarokên Bêkesiyê
wêneyê hunermendî:ê 71 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Baran Bozyel - Zarokên Bêkesiyê

Qêrînek dişewitiya li amûdê
Dûsed pêtên agirçiya diteqiyan
Di pêşên dayîkan de belav dibuya
Ew roj bihuşt xemgînbû li cîhana din
Û fedîkir ji xweşikbuna xwe

Ew zarokên bêkesiyê ne
Di şaristaniya xwînxaran de
Lîstikên wan di bin siya maran de ye
Û pêlîstoka wan mirine

Pel bi pel diweşin li helepçê
Geliyê zîlan û li çar aliyên welat
Her ku diweşin ewqas jî aj didin
Di paşla xwe de hêviyên bêsînor
Dimijîne warên kevnar

Gotin: Baran Bozyel
Muzîk: İnan Tat
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?