Baran Kendeş - Şînbe Gula Evînê
wêneyê hunermendî:ê 71 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Baran Kendeş - Şînbe Gula Evînê

Şînbe gula evînê
Bi reng bide mizgînê
Şînbe gula evînê
Bi reng bide mizgînê
Berde dil hilma jînê
Berde dil hilma jînê
Bilbil bi te dilşa ne
Bilbil bi te dilşa ne

Her tu sor û geş dibe
Di dil da pir xweş dibe
Her tu sor û geş dibe
Di dil da pir xweş dibe
Ji ser rengên reş dibe
Ji ser rengên reş dibe
Gulên wek te pir buha ne
Gulên wek te pir buha ne

Şînbe gula evînê
Bi reng bide mizgînê
Şînbe gula evînê
Bi reng bide mizgînê
Berde dil hilma jînê
Berde dil hilma jînê
Bilbil bi te dilşa ne
Bilbil bi te dilşa ne

Dikin gula dildaran
Dicivîn dost û yaran
Sersal e, ew dilhar e
Sersal e, ew dilhar e
Ciyê te pir livan e
Ciyê te pir livan e

Şînbe gula evînê
Bi reng bide mizgînê
Şînbe gula evînê
Bi reng bide mizgînê
Berde dil hilma jînê
Berde dil hilma jînê
Bilbil bi te dilşa ne
Bilbil bi te dilşa ne

Gulê çiyayê..
Gulê çiya divê tu vebî
Ji xwîna Pêşmerge bî
Ji xwîna Pêşmerge bî
Nîşana cejna me bî
Warê te tim Kurdistan e
Warê te tim Kurdistan e
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?