A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Baran Kendeş - Xanimê
Gotinên Stranan

Baran Kendeş - Xanimê

Lê lê tu wer xanimê
Bejna te dara rimên
Ez li benda te mam
Ketim di derya xemê

Derkev ji ber pencerê
Zalim dilê min ji te rê
Ji bo çi pişt daye min
Dil reşê, bê bawerê

Bawer bike dost ez im
Ger zanibî rast ez im
Ger tu min xweş nas bikî lê
Gernas û mêrxas ez im

Pir şah xulamê min bûn
Qeyser neçarê min bûn
Wek min gelek bêbuhar
Bi yara xwe şa nabûn

Zalim heger zor nebê
Destê sîtem ji me bê
Tirs û qeles bê xebat
Yara xwe wê kes nebê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?