Baran Kendeş - Xemê Zalim
wêneyê hunermendî:ê 99 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Baran Kendeş - Xemê Zalim

Lê lê xemê, zalim, kulê zalim
Lê lê xemê, zalim, keleşê zalim
Dînê zalim
Xema min zalim
Zalimê zalim
Xema min zalim
Zalim!

Lê lê xemê
Çiyayê bilinde, bê dar in, nabin
Behir bê binî nabin
Gelî û zozan bê av in, nabin
¿
Mirov bê war in, nabin
Qîzikên vî zemanî, çardeh salî, di malê bavê de bê dost û yar nabin
Xema min, zalim
Birînê zalim
Keleşê zalim
Kulê zalim
Xema min, zalim

Lê lê xemê
Dêrsim e, vê sibê xweş Dêrsim e!
De ava çeman û kaniyan hime-him e
A ku ez zanim bavê tey xayîn e
Diya tê zalim e
Ay dil, ay dil, ay dil
Ay dil, ay dil, ay dil
Ay dil, xemê zalim

Lê lê xemê
Koçeyan barkirin
Koçe bi rê ketin
Li nesîbê ji xwe ra keçikên çeleng li kêlekê toran û devan derdiketin
Xema min, zalim
Kulê zalim
Birînê zalim
Xema min, zalim..
Ay lê xemê zalim, zalim, zalim
Lê lê xemê, zalim
Heta sax bim eze bêjim xema min, zalim.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?