Bawer Can - Esmera Bi Gewra Nadim
wêneyê hunermendî:ê 115 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bawer Can - Esmera Bi Gewra Nadim

Dê wer lê wer lê wer lê were dîlanê esmer
Dê wer lê wer lê wer lê were govendê esmer

Esmeram girovere dê wer lê wer lê wer lê
Esmeram girovere were dîlanê esmer
Awirek wa li ser e dê wer lê wer lê wer lê
Awir mîna xençer e were govendê esmer

Esmera bi gewra nadim dê wer lê wer lê wer lê
Esmer ji gewra çêtirin were govendê esmer
Çavê wan jê reştirin
Xwiya wan ji xweştirin
Aqlê wan jê bêtirin
Bejna wan ziravtirin
Ber dilêm şêrîntirin were govendê esmer

Ew kî bû li gir fitilî dê wer lê wer lê wer lê
Tena fîstanê binî were govendê esmer
Wa çavên te kil kirî
Wî birê derman kirî
Birûkê qelem kirî
Gava di ber min bihurî
Derdê keçkê giran bû
Hêstêr ji çavan gindirî
Agir berda vî dilî were govendê esmer

Gotin û Muzîk: Gelêrî
Çavkanî: Necmedînê Dêrikî
Aranje: Bawer Can
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?