Bawer Can - Ji Bîr Neke
wêneyê hunermendî:ê 88 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bawer Can - Ji Bîr Neke

Sal û demsal derbas dibin
Dem diçe can xelas dibe
Awêneya te paşeroj
Pêşerojê xwiya dike

Jibîr neke jibîr neke
Evîna me jibîr neke
Jibîr neke jibîr neke
Dilê şikestî Nacebire

Me tengbûn, şahî derbas kir
Me jiyan bihevra par kir
Wan Bekoyan fesadî kir
Destê me ji hev qetandin

Jibîr neke jibîr neke
Evîna me jibîr neke
Jibîr neke jibîr neke
Dilê şikestî Nacebire

Jibîr neke!
Min bi neynûkan navê te nivîsî bû li ser çiyayê Mêrdînê
Kevir û Dar şahidên min in
Çawa ku xwîn pijiqîbû di ber neynûkên min de
Jibîr neke!
Min li ser Sûra Amedê evîna me bangewaz kiribû!
Evîna me ji Dêrsim, Mahabad, Hewlêr û heyanî Qamişlo bihîstibûn,
Min bi destên tazî rahiştibû agirê evînê,
Min xwe li sînorên bi mayîn xistibû
Ger laşê min parîparî bibûya
Te çi zû wana jibîr kir?
Jibîr neke! Jibîr neke! Jibîr neke!

Gotin û Muzîk: Bawer Can
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?