Bawer Can - Kekê Min Zava
wêneyê hunermendî:ê 216 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bawer Can - Kekê Min Zava

Zava zava zava zava kekê mino zava
Hina destan kilê çavan xaliq mala te ava

Emê kî û kî bi zava kin kekê mino zava
Emê Şêrîn bi zava kin xaliq mala te ava
Bi zavayê kêdera kin kekê mino zava
Bi zavayê Dêrikya kin xaliq mala te ava

(Dîsgotin)

Qutkê zavê sor e kekê mino zava
Qutkê zavê sor e xaliq mala te ava
Me dirûtî dor bi dor e kekê mino zava
Me dirûtî dor bi dor e xaliq mala te ava

(Dîsgotin)

Qutkê zavê zer e kekê mino zava
Qutkê zavê zer e xaliq mala te ava
Me dirûtî neqş bi neqş e kekê mino zava
Me dirûtî neqş bi neqş e xaliq mala te ava

(Dîsgotin)

Qutkê zavê şîn e kekê mino zava
Qutkê zavê şîn e xaliq mala te ava
Me dirûtî îro în e kekê mino zava
Me dirûtî îro în e xaliq mala te ava

(Dîsgotin)

Muzîk û Gotin: Gelêrî
Herêm: Dêrika Çiyayê Mazî
Berhevkar: Bawer Can

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?