Bawer Can - Kinikê Bêrîvanê
wêneyê hunermendî:ê 85 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bawer Can - Kinikê Bêrîvanê

Canê canê canê lê kinikê Bêrîvanê
Canê canê canê lê esmerê ji mala hanê
Destmala ser destanê lê destmala ser destanê
Xatirê xortan nizanê lê herdu çavan rijyanê

Canê canê canê wey Canê canê canê

Hat kerwanê morîka lê hat kerwanê marîka
Danî li devê çewlika lê danî li devê çewlika
Te ez kuştim te ez helandim kirim zêrê bêrîka
Canê canê canê wey Canê canê canê

Canê bimeş bimeş lê wey cane bimeş bimeş
Xulama wan çavên reş lê heyrana wan çavên reş
Xwezî bavê te bimira serê te ji min re bima xweş
Canê canê canê wey Canê canê canê

Dinya bi çerx û feleke lê dinya bi çerx û feleke
Kesê bi dil zewicîn rojek dizîn ji felek e
Kesê bêdil zewicîn ket gola gerînekê
Canê canê canê wey Canê canê canê

Gotin û Muzîk: Gelêrî
Çavkanî: Necmedînê Dêrikî
Aranje: Bawer Can
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?