Bawer Can - Vegerya
wêneyê hunermendî:ê 90 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bawer Can - Vegerya

Gava ku ji cem min çû
Dilê minî jar da dû
Zîvirî li min nêrî
Heş ji serê min diçû

Gava ku dijîm bê te
Her roj agir û pête
Bê evinî fihêt e
Jiyan çênabe bê te

Dikevim nav xeyalan
Kêf û xweşyên wan salan
Dilê min bir bi talan
Hêstir barîn wek baran

Ne wiha ye evîndarî
Bo çi hindî dil sarî
Heger ku tu nikarî Ne hilgire vî barî
Nekeve bin vî barî

Bê te dilê min meste
Bawer got ev helbeste
Te hebin heş û heste
Wer li ba min raweste

Min dî li min vegerya
Çûm peşyê bi baqên gulan
Ser çavan û ser seran
Ez bûm xweye dû peran
Ez difiryam li herderan
Seran serê welatan

Muzik: Bawer Can
Gotin: Bawer Can

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?