Bawer Can - Zanyar
wêneyê hunermendî:ê 72 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bawer Can - Zanyar

Ê di xew de te şiyarkir
Ê nezan te zanyarkir
Te jibo çandê karkir
Te lal bi ziman zarkir

Mamoste tu zanyarî
Ronahiya warê tarî

Bû penûsa niviskarî
Bû ramanê zanyarî
Herdem tu alîkarî
Doza Kurd kir diyorî

(Dîsgotin)

Ji yên weke te mezin
Spasdarin mêr û jin
Bawerim rêzanê min
Kurd tev pesnê te didin

(Dîsgotin)

Gotin: Bawer Can
Muzîk: Bawer Can

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?