Becoyê Hesen - Kavkar Rengîn
wêneyê hunermendî:ê 15 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Becoyê Hesen - Kavkar Rengîn

Kurxal wez ê kavkarekî şaristan kim,
Yêtîm gede, wezê, kavkarekî şaristan kim,
Wez ê qopo ji xwe ra bi deman kim,
Wez ê heyran bejna kurxalê, morî mercana mi ra bistîne,
Ew ê bive bi yavaş yavaş morî mercankê xwe pêva ke.
Qurban minê te dî nedî taj de diyar bû,
Yêtîm gede, min ê te dî nedî taj de diyar bû,
Kurxalê min porkura Xwedê sekiniye li ser xan û manê efendiya lo,
Sekiniye li ser xan û manê efendiya,
Wezê heyran nîvê şevê sehetekê dakevime li ser çokê, ez heyrano.
Kurxalo qurban, lê mala li warê ortê danî,
Têjo qurban, lê mala li warê ortê danî,
Çewa meriv du kawira zivistanê jar xwey ke biharê berî çêrê de,
Mi mereza xwe helanî,
De mi mereza xwe helanî, Bavê min xêrê dinyayêda nevîne,
Ez negirtin nedame kurxalê
Girtim dame malê dinê çerkezê qopoyê papaxgenî,
De wî bi li mi lawiko dîno, malmîrato, malhebîno,
Kuro lawo ber malê dinê nekeve, malê dinê memîno.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î