A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Beha Şêxo - Heyfa Vî Emrê Ciwan
184 Xwendin
1 Ecibandin
Gotinên Stranan

Beha Şêxo - Heyfa Vî Emrê Ciwan

Feryad û sed ax û eman
Ez ketme ber êş û belan
Heyfa evî emrê ciwan
Min daye ber derd û kulan

Derdan di dil min dane şax
Nîsan li min bû wek tebax
Mêrga dil û can çilmisî
Hişkbûne hewdê sorgulan

Hişk bûn li dil mêrg û çîman
Teyr û tilûr qet tê neman
Îro ji wî baxî bilî
Awaz û dengê bilbilan

Helbest: Seydayê Tîrêj - Emrê Çûyî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Stranên din ên Stranbêjî/ê