Behçet Yehya - Ger Biwarî Daynewe Rojgarî Çewut
wêneyê hunermendî:ê 57 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Behçet Yehya - Ger Biwarî Daynewe Rojgarî Çewut

Ger biwarî daynewe rojgarî çewut
Carîkî tir yekman bînî be rêkewt

Nekey herwa be nîgayek be rêm key
Be rûxsarma birrwanî lêm têdegey

Befrî temen barîwe serdemêke
Her tallêkî qijim basî xemêke

Wek rewendan çon ellweday kwêstanin
Yan birsiyan çende le xemî nanin

Wek şiney bay hogirî pelkî daran
Wek tînwêtî wuşke sallê bo baran

Awa minîş bo dîdarit peroşim
Xeyallî to tenîwiye bîr û hoşim

Destî rojgar xozgey kirdim be birya
Bê naz kewtim, dillim wek korpe girya

Boye çawim êstaş pirr le esrîne
Sarrêj nabê birînî ew ewîne

Hemû temen legel xoma eygêrrim
Ew zameye hewênî wuşe û dêrrim

Gullê nebûy le paş werzê bijakêy
Renge xoşit nezanî wek min to kêy

Hezê nebûy paş sallanê beserçî
To ew hestey legel rûha der eçî

Bê wîstî min destî zemen way hêna
Ke to rûh bî min be çî bitkem wêna

Honrawey: hêmin mam nadir
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?