Behçet Yehya - Kurdistan
wêneyê hunermendî:ê 96 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Behçet Yehya - Kurdistan

Kurdistan ger tu nebî, teyrekim bê asman
Bi navê te yê pîroz serbilind im nav cîhan
Ez neşêm bê te bijîm, dê xo bo te kem qurban
Hoy hoy hoy hoy hoy birîndar im
Kurdistan ger tu nebî, Kurdistan ger tu nebî

Tu hêlîna şêranî, hoy hoy hoy
Tu dayka şehîdanî, hoy hoy hoy
Sund bê bi befra çiya, bi xak û axa geliya
Hoy hoy hoy hoy hoy birîndar im
Her xîna xo eşk bem ez qurbanê te bikem

Em hemî dest li nav dest, hoy hoy hoy
Ta ku bigeyne mebest, hoy hoy hoy
Vê wilatê ava keyn, çira azadiyê helkeyn
Hoy hoy hoy hoy hoy birîndar im
Kurdistan yek hêlîn e, ji bo me kurdan jîn e

Gotin û Muzîk: Behçet Yehya
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?