Behçet Yehya - Tole
wêneyê hunermendî:ê 68 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Behçet Yehya - Tole

Min bûrkanî çiyay xemim, emro hatûm
Min lafawî giryanêkî peng xwardûm
Min ew gelem enfal
Bûwe nan û bergim
Enfal bûwe nawnîşânim
Enfalyan kirde morêk û
Xistyane ser nawçewanim

Beyaniyek birînî kon û nwê kulayewe
Perrey mêjû be pencey xwênawî nûsrayewe
Beyaniyek ke demî bê ziman kewte nerre
Wutî toley Germiyan û Şarezûr kirayewe
Serî berzî Segirme û Pîremergun û Qendîl
Bo şewezengî em rêgaye dagirsayewe

Beyaniyek em şare wek daykî cigersûtaw
Herdû dest û meçekî hellkêşa bû le xwênaw
Beyaniyek le toley ew hemû kost û merge
Dar û berdî em xake lêyan bû be pêşmerge
Ke pêşmerge girrî girt wekû mom tiwayewe
Xelkî koç pêkirawî Badînan gerayewe
Xelkî koç pêkirawî lay Germiyan gerayewe

Beyaniyek çawekey Kurdistanî pirr meynet
Bo diwacar bû rijandî ah û eşkî pirr hesret
Ke lafawî ew eşke ha dûjminî têkşikan
Deryayekî bê bin bû celadekan tiya xinkan
Daykî şehîd le toley ew dile birîndare
Herdû pirçî bo dûjmin kirde petî sêdare
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?