Bêkes - Ew Ki Ye Li Def Te
wêneyê hunermendî:ê 21 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bêkes - Ew Ki Ye Li Def Te

Te digot ji te dîrim, kengî dê te bînim ?
Te digot tu namînî, çawa bê te biqetînim ?
Te digot ez bê te, dê bêkes mînim
Te ne digot dê êkî şîna te înim
Ew kiye li def te, ew kiye def te
Na, ew ez nînim
Ew kiye li def te, ew kiye li def te, ew kiye?
Tu çûy dê bêkes mînim

Na ez nînim, te digot min kengî dê li dev te rînim
Te digot min, tu nemînî çawa bê te biqetînim
Noke bi êkî dîve mijîlî û jiyana te cane
Hate şîna min bo te bû hemî viyana te mana ?
Ya diyar e, hemî jiyana te keyf û xoşî ye
Veca êkî wekî min di jiyana te da boçî ye ?
Te dibînim careka dî û diçim nav xeyala
Êkê dî hate şîna min û şîna te maye vala
Sal derbaz bûn bê te, ma dê bo te ez çi bêjim ?
Te ez hêlam bitenê û te viye ez bi êşim
Piştî tu çûy rojet xoş êk bi êk çûn
Hemî tişt têk çûn

Ew kiye hemî tişt sera wî ji destêt çûn ?
Tiştê te yarî pê dikirin, bizane hestêt min bûn
Hemî hêvî li pêş çavet min, hêdî hêdî, sotin
Ew gotinet te digotina min, te bo êkî dî jî digotin
Here sind û sozêt xo hemî ya li bin pêt xo dana
Hindî serê derzîkê jîk nakey hizrêt xo mana ?
Te ez hêlam bitenê, dê bêje min sebeb çiye ?
Te digot min bê te dimirim, pa bêje ew kîye?

Te digot min, tu hemî jiyana minî, dilê min
Ev gotina te digota êkî dî jîk ji bilî min
Ew jîk wekî min e, jiyana wî bê te rêva naçît
Xiyanata lê dikey û her pêva naçît
Tu çûy heçikû xewa, hemî jiyana te ewe
Û ji destpêka min dizanî vîna te direwe
Min her du çavêt xo girtin, da nebînim, tu xayînî
Da nebînim, tu diçî, erê nebînim tu namînî
Min gelek gotnêt dî mayî lê baştir nezanî
Te xo firot û bizane te ez jî da bi erzanî
Ez jîk westiyayîma bizane êdî deng ser nakevît
Min jîk zanî ku êka wekî te na bernakevît

Dihête bîra tu ku bi salan te ez li dîv xo dikêşam
Ma te çi dane min ji bilî derd û xem û kul û êşan
Li vî bajêrê xerîb li hêviya te mam bi salan
Li te geriyam li hemî kolan û li hemî malan
Dihête bîra te ku te digot çi cara ji te dîr nabim?
Ma te çi dane min, ji bilî naxoşî û bîrhatin ?
Te ez hêlam bitenê, de bêje min sebeb çiye ?
Te digot min bê te dimirim, pa bêje ew kiye?
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î