Bêmalê Keko - De Were
wêneyê hunermendî:ê 49 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bêmalê Keko - De Were

Were gundê me, gundê lo van mîreka,
Dêrisê gundê lo meselima,
Kewa gozel vê sibê wa avê tîne bi misîna lê bi gumguma,
Bi misîna lo ku gumguma.
Wey malî gundîno ez ê bextê bavê we da me,
îro sê çarek e tola tola dixeyîde, lo nizam çima,
Were hawar were lo hawar were, vir da were lê dosta kê yî.
Rinda min e lo nava rinda,
Dosta min e lo nava rinda,
Vê sibê teşî kuliyê xwe dane gidîno,meşa ortê lo her du gunda,
Teşî kuliyê xwe daye meşa ortê lo her du gunda,
Dilê min mehrûmê Xwedê notila sîtileke çarçembil e,
Dişixule lo agir bin da,
Were hawar were, hawar were vir da were lo dosta kê yî.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?