Bêmalê Keko - Hey Lawîn e
wêneyê hunermendî:ê 26 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bêmalê Keko - Hey Lawîn e

Hey lawîn e, hey lawîn e,
Gede lawikê mi lawîn e,
Hey lawîn e, hey lawîn e,
Kurik lawikê mi lawîn e.
Milezgîrê şanêşîn e,
Gede hatiye mi birevîne,
Kurik hatiye mi birevîne.
Mi bavêje terkya zîn e,
Lawik hatiye mi birevîne,
Kurik hatiye mi birevîne.
Mi bavêje terka zîn e,
Mi bi bêlanê bilind xîne.
Mi bi bêlanê bilind xîne,
Zozan zozan bigerîne.
Zozan zozan bigerîne,
Van zozana cot kanî ne.
Van zozana cot kanî ne,
Kanîk tel e yek şîrîn e.
Kanîk tel e yek şîrîn e,
Mi dor kaniya gul çinîne.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?