Bêmalê Keko - Were Dînê
wêneyê hunermendî:ê 13 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bêmalê Keko - Were Dînê

Were dînê lê dînê, lê dînê
Gilîgerînê lê derewînê lê, lê dînê,
Xortxapînê lê lê dînê.
Were dînê lê dînê qurban, ez li pîkî, wî terezê tu li pîkî,
Tu ocaxê lê ezelîk î, were ez û tu va,
Em ê herine cem xwendîkî, lo cem qazîkî,
Wez û tu va em ê herin cem xwendîkî, cem qazîkî,
Belkî bêje, du serê çê çima naçin ser balgîkî eman dînê,
Herê lawiko, ne li vir im ne li wê me,
Wî tereso, ne li vir im ne li wê me,
De wez ê vê kaniya baranê me bihara de mi go tevî bê me,
De wez ê vê kaniya baranê me tevî bê me, ê zane eşîr zane,
Wez ê jina mêrê kotî me, dosta lawikê çê me,
Eman eman eman eman dînê,
Were dînê, dînê, dînê, dînê,
Gilîgerînê, vireka derewînê,
Wê dînê, dînê, dînê, dînê,
Vireka derewînê,
Xortxapînê dînê,
Mêrikê te bimre,
Wez tu carî nayême şînê,
Dînê, dînê, dînê,
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?