Bêmalê Keko - Wey Baranê
wêneyê hunermendî:ê 34 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bêmalê Keko - Wey Baranê

Wey baranê, wey baranê,
Labi şewityê, la wêranê,
Wey baranê, wey baranê,
Lab şewityê, çol wêranê.
Wî dayê û baranê çi kir,
Wî bavo baranê çi kir,
Heft roja barî, venekir,
Heft şeva barî, venekir.
Xêliya bûkê şerpeze kir,
Xêliya delalê şerpeze kir,
Yar îşev şeva baranê,
Dost îro roja baranê,
Yar govend geriya eywanê,
Dost govend geriya eywanê,
Wez ketime milê seyranê,
Wez ketime destê seyranê.
Yar îşev şeva pûkê ye,
Dost îşev şeva pûkê ye,
Yar govend geriya sûkê ye,
Dost govend geriya sûkê ye,
Wez ketime destê bûkê ye,
Wez ketime tora bûkê ye,
Wez ketime destê bûkê ye,
Wez ketime milê bûkê ye.
Wey baranê, wey baranê,
Labi şewityê, la wêranê,
Wey baranê, wey baranê,
Lab şewityê, çol wêranê.
Malê me çûn ax baranê,
Xwe dane singê zozanê,
Şêniyê me çûn ax baranê,
Xwe dane warê zozanê,
Kawam êmîşê dikanê,
Dostam êmîşê dikanê,
Kawam çerezê dikanê,
Dost êmîşê dikanê.
Wey baranê, wey baranê,
Labi şewityê, la wêranê,
Wey baranê, wey baranê,
Lab şewityê, çol wêranê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?