Bengî Agirî - Heyvanê Azadîyê
wêneyê hunermendî:ê 131 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bengî Agirî - Heyvanê Azadîyê

Gelê serê kanîyê
Xwediyê ged û hêvîyê
Bi destê xwe davêjin
Heyvanê azadîyê

Ev ne xewne rastîye
Ew ji roja biratîye
Kurd nemaye pir nêze
Bihev biçin azadîye

Mêrdînê mêrdînê
Pir bedew û şêrînê
Deşta te birîndare
Ma tê kengî bibînê

Ev dujminê bê îman
Welat tev kirne talan
Ka rab rahêj ala xwe
Bêje bijî Kurdistan

Kobanê û Efrînê
Hildan ala renginê
Îro ke dinivîsîne
Bi xwîn û tîpên zêrinê

Qamişloka şêrînê
Her bajarê evînê
Sînor tevde riziya ne
Xwe bighîn nisêbînê

Ez Diyarêbekirim
Ne raza me li virim
Can feda ji bo rojava
Ez ji pola û kevir im

Nebêjin qey raza me
Ez dayka şêra me
Mezlûm, Xeyrî û Kemal
Di paşla xwe da şîr da me
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î