Berfîn Aktay - Gulîzer
wêneyê hunermendî:ê 140 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Berfîn Aktay - Gulîzer

Dibêjin gul nexweş e wey gulê ez bimirim
Çi bikim bextê’m reş e
Wey gul wey gul wey Gulîzer
Derdê’m yek bû bûne sedhezar
Ez ji vê canê xwe bûme bêzar

Gula min gula zer e wey gulîzer e
Ber çavê’m here û were
Wey gul wey gul wey Gulîzer
Derdê’m yek bû bûne sedhezar
Ez ji vê canê xwe bûme bezar

Gula min bê evîn e wey gul evîn e
Ez bûm Mem ew bû Zîn e
Wey gul wey gul wey gulîzer
Derdê’m yek bû bûne sedhezar
Ez ji vê canê xwe bûme bezar
 
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?