Berfîn Aktay - Mestan
wêneyê hunermendî:ê 99 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Berfîn Aktay - Mestan

Bihar bi te rengîn e
Dilê’m xemgîn e way
Axa’m zêrîn e.
Bi navê te ez dikenim Yabo

Şopa te ji ber dilê min naçe.
Sebra min êdî nemaye
Jiyana’m sibê ye
Miradê’m tune ye
De zû were Yabo
Rondikê’m bi tenê ye.

Silav bi te wate ye,
Roja’m hatiye, wa!
Lê “Tu” tune ye.
Bi navê te ez digirîm Yabo

Pêjna te ji ber dilê min naçe.
Dilê min hîna li cem te
Rihê min li ber te
Çavê min li pey te
De zû were Yabo
Ez mam li vir lê beyî te

Gotin û Muzîk: Berfîn Aktay
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?