Beser Şahîn - Licê
wêneyê hunermendî:ê 86 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Beser Şahîn - Licê

Agir berdan nava bajêr
Kuştin zarok û jin û mêr
Dest avêtin guliyên zêr
Sermê serî berdabû jêr
Hevalno

Megrî Licê diya min
Hemêzke şehîdên xwe
Bila neyar nekenin
Bilind rake serê xwe

Bi Tîm û topan girtin ser
Ji tankan çêkirin çember
Hinek kuştin hin kirin der
Hinek girtin bin darê ter
Hevalno

Em Licê bikin gulîstan
Bixemlînin mîna bûkan
Li ber serê wan şehîdan
Em biçînin baxê gulan
Hevalno

Gotin: Hekîm Sefkan
Mûzîk: Beser Şahîn

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?