Bilind Îbrahîm - Bêriya Te
wêneyê hunermendî:ê 244 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bilind Îbrahîm - Bêriya Te

Bêriya te bişkurîn li ser lêvand revand
Dilê sava ji ber ravên xema keland
Dilsozê wê bejna rind û şepal im ez
Çima evro te dara jînê rahejand
Bêriya te bişkurîn li ser lêva revand

Bêriya te şevên tarî kirine sihar
Hevdîtinên me yên şadî kirine zêmar
Hemî dema jivanê dîtina te me ez
Çima hêviyên canê min bikin hewar
Bêriya te bişkurîn lî ser lêva revand

Bêriya te buhar kire jan û birîn
Çîroka me tev evîndar pê azirîn
Bê hogir mam bûm derbeder bê ksim ez
Çima ew çav ji min dûr in şoxa şîrîn
Bêriya te bişkurîn li ser lêvand revand
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?