Bilind Îbrahîm - Çiyayê Gebaro
wêneyê hunermendî:ê 203 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Bilind Îbrahîm - Çiyayê Gebaro

Çiyayê Gebaro, çiyayê Gebaro
Ax tu bi derdo, kul û hewaro
Tu ji xwe re bike piştî û baro
Em mane bê cî, û mane bê waro

Xewa min nayê, xewa min nayê
Serê min diêşê, ji derdê duniyayê
Birîna min kûr e, derman lê nayê
..der nayê

Çiyayê Gebaro, çiyakî bilind î
Tu yî hêlîna şêr û piling î
Çiyayê kurdan î, bi nav û deng î
Çima bindest î, ta heya kengî

Xewa min nayê, xewa min nayê
Serê min diêşê, ji derdê duniyayê
Birîna min kûr e, derman lê nayê
..der nayê

Hêsirê çavan bes bibarîne
Dilê miletê Kurdan birîn e
Dengê neyaran li ser xwe hêlîne
Kêfa dijminan li ser me neyne

Xewa min nayê, xewa min nayê
Serê min diêşê, ji derdê duniyayê
Birîna min kûr e, derman lê nayê

Tu roniya çavê me Kurdan î
Dijminê xwe re merzelan çêke

Xewa min nayê, xewa min nayê
Serê min diêşê, ji derdê duniyayê
Birîna min kûr e, derman lê nayê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?